Hims.. 6 kes bûne qurbaniyên êrîşeke çekdarî

Hims.. 6 kes bûne qurbaniyên êrîşeke çekdarî

Welat TV - Hewlêr

6 kes bûne qurbaniyên êrîşeke çekdarî li gundewarê rojhilatê parêzgeha Himsê.

Îro li derdora bajarê El-Muşrifa li rojhilatê Himsê, grûpeke çekdar bi guleyan êrîşî welatiyan kir, hejmarek kes di navbera kuştî û birîndar de ketin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn ku di wê êrîşê de, 3 welatî hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.

Grûpa ku êrîş encam daye, ta niha nehatiye naskirin û endamên wê bo cihekî ne diyar reviyan.

Ev êrîş di demekê de tê, ku welatiyên Sûrî ji ber tevlîheviya ewlehî dinalin û di bûyerên bi vî rengî de sivîl dibin qurbanî.