Bi dehan kuştî hene.. Emerîka baregehên milîsên Îranî li Sûriyê û Îraqê armanc kirin

Bi dehan kuştî hene.. Emerîka baregehên milîsên Îranî li Sûriyê û Îraqê armanc kirin

Welat TV - Hewlêr

Hêzên Emerîkî bi dehan baregehên milîsên Îranî li Sûriyê û Îraqê armanc kirin, bi dehan kuştî û birîndar ketin.

Serokariya Hêzên Navendî ya Emerîkî (CENTCOM) şeva borî di daxuyaniyekê de, armanckirina zêdetirî 85 baregehên Feyleq Elqudis yê ser bi Pasdarên Îranê ve û milîsên din yên bi ser ve ragihand.

Diyar kir, di êrîşê de, baregehên operasyon û kontirolê, navendên dîvçûn û mûşek û topan, embarên dronan û alavên locistîk hatin armankirin.

Serokê Emerîka Joe Biden di daxuyaniyekê de ragihand, erêşîn li Sûriyê û Îraqê li ser fermana min hatin encamdan. Serbar kir, bersiva me îro dest pê kir û dê di dem û li cihên em bixwazin de berdewam bin.

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, di encama êrîşên Emerîkî li ser baregehên milîsan de li Sûriyê û Îraqê, 18 kes hatine kuştin serbarî birîndaran.

Di 28ê Çileya 2024an de, milîsên ser bi Îranê ve bingeha leşkerî ”Elburc 22” ya Emerîkî li Urdunê armanc kir, di encamê de 3 serbazên Emerîkî hatin kuştin.