Ehmed Hesen: Me ji berpirsê Efrînê xwest binpêkirinan rawestînin
Welat TV – Hewlêr
Şandeke xwecihiya Efrînê ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî serdana berpirsê devera Efrînê kir û pîrozbahî pêşkêş kirin.
Îro şandeke xwecihiya Efrînê ya ENKS bi serokatiya serokê wê Ehmed Hesen serdana berpirsê herêma Efrînê Mesûd Betal kir.
Hesen ji Welat TV re got: "Di hevdîtinê de me pîrozbahiya Mesûd Betal kir û dawîn pêşhate û rewşa Efrînê gotûbêj kirin".
Ehmed Hesen diyar kir, "Em li ser binpêkirinên paşmayên grûpên çekdar rawestiyan û me xwest ku tevaya çekdaran nemînin û binpêkirina werin rawestandin".
Hesen da zanîn jî "Civîna me li gel berpirsê Efrînê erênî bû û me ji berpirsê Efrînê xwest ku herêm ji aliyê xelkê wê ve bi rê ve biçe".
Serokê xwecihiya Efrînê ya ENKS got jî, "Em li ser Konfiransa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî rawestiyan her weha me behsa mafên rewa yên Kurdan di Sûriya nenavendî de kir".
►Her weha bixwîne.. Ehmed Hesen: Rêjeya Kurdan li Efrînê niha nêzîkî 80% ye