Iraqçî: Di çarçoveya berdewambûna êrîşên Israîlê de Îran danûstandinê nake

Iraqçî: Di çarçoveya berdewambûna êrîşên Israîlê de Îran danûstandinê nake
Iraqçî: Di çarçoveya berdewambûna êrîşên Israîlê de Îran danûstandinê nake

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê derve yê Îranê Ebas Iraqçî dibêje ku welatê wî di çarçoveya berdewambûna êrîşên Israîlê de danûstandinê li gel tu kesî nake.

Iraqçî di daxuyaniyên xwe de bo kenala Îranê ya fermî got jî ku "Emerîka diyalogê dixwaze û nameyên cidî di vê derbarê de şandine" lê Îranê jê re tekez kiriye ku "nabe behsa danûstandinê di çarçoveya berdewambûna êrîşên Israîlê de were kirin".

Li gorî Iraqçî, diyalog li gel Waşintonê tune ye ji ber ku ew hevparê Israîlê ye di êrîşên li dijî Îranê de.

Wezîrê derve yê Îranê da zanîn ku danûstandinên wan li gel welatên Ewropayê li Cinêvê derbarî doseya etomî û doseyên herêmî ne û "Îran danûstandinê derbarî karînên xwe yên mûşekî bi tu aliyekî re nake û her kes dizane ku ew ji bo xweparastinê ne".