Katz: Eger Hizbulah ji bo piştgiriya Îranê êrîşî Israîlê bike dê were jinavbirin
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê berevaniyê yê Israîlê, Israel Katz gef li Hizbulaha Libnanî xwar û got eger destwerdana leşkerî li aliyê Îranê bike ew ê were jinavbirin.
Katz di daxuyaniyekê de li ser plarforma X'ê got ku Emîndarê Giştî yê Hizbulah Ne'îm Qasim ji çarenivîsa pêşiyên xwe fêr nebûye û bi fermanên Xamineyî gefan li Israîlê dixwe.
Li gorî gotina katz, ew şîretê li Hizbulah dike ku hişyar be û bizane ku Israîl armiya xwe beramberî terorîstên ku gefan lê dixwin, ji dest daye.
Wezîrê berevaniyê yê Israîlê got jî ku eger êrîşeke piştgir ji Îranê re li dijî Israîlê hebe, wê demê Hizbulah dê nebe.
Daxuyaniyên Katz piştî wê yekê hatin ku Emîndarê Giştî yê Hizbulah Ne'îm Qasim gotibû ku ew ne bêalî ne û li gel Îranê radiwestin û "tişta guncaw ji bo rûbirûbûna Israîlê" dê were kirin.
מזכ"ל החיזבאללה לא לומד לקח מקודמיו ומאיים לפעול נגד ישראל בהתאם להוראת הדיקטטור האיראני.
— ישראל כ”ץ Israel Katz (@Israel_katz) June 20, 2025
אני מציע לפרוקסי הלבנוני להיזהר ולהבין שישראל איבדה את הסבלנות כלפי טרוריסטים שמאיימים עליה.
אם יהיה טרור - לא יהיה חיזבאללה.