Hêzên Israîlê hilmeteke pişkinînê li Quneyterayê encam da

Hêzên Israîlê hilmeteke pişkinînê li Quneyterayê encam da

Welat TV - Hewlêr

Hêzên Israîlê derbasî gundewarê Quneterayê bû û hilmeteke pişkinînê encam da.

Îro hêzeke leşkerî derbasî gundê Xerîba li gundewarê Quneterayê bû û li deverê geriya.

Her weha, hêzeke Israîlê derbasî gundê Semedaniyê bû û hilmeteke pişkinînê encam da.

Piştî derketina şer di navbera Israîl û Îranê de, hêzên Israîlê hilmetên xwe yên pişkinînê li başûrê Sûriyê zêde kirine.

*Her weha bixwîne: Artêşa Israîlê: Me hejmarek endamên Hemas li devera Bêt Cin a Sûriyê girtin