Emerîka û Berîtaniya 36 baregehên Elhosî armanc kirin

Emerîka û Berîtaniya 36 baregehên Elhosî armanc kirin

Welat TV - Hewlêr

Balafirên şer yên Emerîkî û Berîtanî şeva borî bi dehan baregehên koma Elhosî ya nêzîkî Îranê li Yemenê armanc kirin.

Di daxuyaniyeke hevbeş de, Emerîka û Berîtaniya armanckirina 36 cihên koma Elhosî li 13 baregehan weke bersiv li ser êrîşên vê komê yên berdewam ji keşteyên bazirganiyê re di Deryaya Sor de, ragihand.

Serbar kir, di êrîşê de, avahîne binerd yên koma Elhosî ku emabarên çekan, sîstemên radar û berevaniya esmanî, mûşek û alavine din li xwe digirtin, hatin armankirin.

Berdevkê leşkerî yê Elhosî, Yehya Serîh îro ragihand, Emerîka û Berîtaniya 48 êrîşên esmanî li hejmarek bajarok li 6 parêzgehên Yemenê di demjimêrên borî de encam dane.

Piştî ku koma Elhosî berpirsyaretiya xwe di ber armanckirina keşteyên bazirganiyê di Deryaya Sor de bi mûşek û dronan ragihand, Emerîka û Berîtaniya çendîn car baregehên wê armanc kirin.

Ev êrîş hevdem in li gel êrîşên esmanî yên Emerîkî li Sûriyê û Îraqê ne ku tê de bi dehan çekdarên milîsên ser bi Îranê ve hatibûn kuştin.