Erdogan: Armanc ji arezûyên Netanyahu kişandina cîhanê berev karesatekê ye
Welat TV - Hewlêr
Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan dibêje ku armanca arezûyên Netanyahu "kişandina cîhanê berev karesatekê" ye û welatê wî rê nade Sykes-Picot'eke nû.
Erdogan di çarçoveya gotina xwe de li civîna encûmena wezîrên derve yên Rêxistina Hevkariya Islamî li Stenbolê da zanîn ku ew êrîşên Israîlê li dijî Îranê red dikin û van êrîşan diyar kir ku Hikûmeta Netanyahu "rêgirê herî mezin e li pêş aştiya Herêmî".
Her weha got: "Êrîşên Israîlê di dema bihêzbûna danûstandinan de hatin û armanc ji wan têkdana proseya danûstandinan e".
Li gorî gotina serokê Turkiye, "armanc ji arezûyên serokwezîrên Israîlê kişandina cîhanê berev karesatekê ye".
Erdogan behsa wê yekê jî kir ku "Turkiyê rê nade avakirina sîstema Sykes-Picot'eke nû li deverê, ku sînorê wê bi xwînê werin nexişandin".