Hêzeke Israîlê gerek li başûrê Quneyterayê encam da

Hêzeke Israîlê gerek li başûrê Quneyterayê encam da

Welat TV - Hewlêr

Hêzeke Israîlê derbasî gundewarê Quneyterayê bû û gerek encam da.

Hêzeke Îsraîlê ku ji 5 otombîl û 2 tankan pêk dihat derbasî gundê El-Mî´leqa li başûrê Quneyterayê bû û gerek lê encam da.

Gera leşkerî ya Israîlê derdora demjimêrekê dirêj kir pişt re ew hêz vegeriyan baregehên xwe.

20ê Hezîranê jî, hêzeke Israîlê derbasî gundê Xerîba li gundewarê Quneterayê bû û li deverê geriya.

Ev tevger tên di çarçoveya hilmetên pişkinînê yên Israîlê li başûrê Sûriyê piştî destpêka şer di navbera Israîl û Îranê de.