Îranê Qeter mûşekbaran kir û welatên Erebî êrîş şermezar kirin
Welat TV - Hewlêr
Duh bi şevê Îranê dest bi opersyoneke leşkerî li dijî bingehên Emerîkî li Rojhilata Navîn kir û bi dehan mûşek avêtin bingehên Emerîkî li kendava Erebî.
Pasdarên Îranê got, operasyon bin navê ”Beşaîr El-Fetih” li dijî bingehên Emerîkî dest pê kir û bingeha El-Ebîd li Qeterê bi tundî hate mûşekbarankirin.
*Qeter şermezar dike
Wezareta Derve ya Qeterê bi tundî êrîşa Îranê li ser bingeha El-Ebîd a Emerîkî şermezar kir û da zanîn ku sîstema berevaniya esmanî ya Qeterê bergirî kir û tu ziyan nehatine encamdan.
Her weha Wezaretê rawestandina geştên esmanî li Qeterê bi awayekî demkî ragihand.
*Bandora êrîşê li ser welatên din
Ajansa Ruetersê ji jêdêrên fermî vaguhstibû ku Kiwêt jî geştên esmanî bi awayekî demkî yên bo derveyî welêt ragitine û zengilên hişyariyê li seranserî Kiwêt û Behrênê hatin bihîstin, her weha li Iraq jî di amadebaşiyê de ye û zengila hişyariyê lêdaye.
Li gorî medyayên xwecihî yên Iraqî tu mûşekên Îranî li bingehên Emerîkî li Iraqê neketine tenê dronek li derdora bingeha Eyin El-Esed li Enbarê hate xisitn, lê Iraqê geştên xwe yên esmanî rawestandin.
*Welatên Erebî êrîşê şermezar dikin
Piştî êrîşên Îranî li ser Qeterê heryek ji Siûdiyê, Urdin, Sûriyê, Komkara Erebî, Îmarat û Libnanê êrîş şermezar kirin.