Hêzên ewlehî hewleke qaçaxkirina çekan bo Libnanê têk da

Hêzên ewlehî hewleke qaçaxkirina çekan bo Libnanê têk da

Welat TV - Hewlêr

Hêzên ewlehî yên hikûmeta veguhêz a Sûrî dest danîn ser barek mûşek li gundewarê Himsê.

Ewlehiyê hundirîn li bajarê Qisêr îro da zanîn ku hêzên wê hewleke qaçaxkirina çekan ji Sûriyê bo Libnanê têk bir.

Li gorî ewlehiya hundirîn, barê ku ji bo qaçaxkirinê hatibû amadekirin, çek û mûşekan li xwe digire.

Li gorî ewlehiya hundirîn li Himsê da zanîn, ku grûpeke xwecihî bi ser “Hizbulah” ve li pey wê hewlê bû.

5 Hezîranê jî, hêzên ewlehî yên Sûriyê heweleke qaçaxkirina mûşekan ji Sûriyê berev Libnanê li bajarê Qisêr têk da.