Kampa Basirme.. Xuleke Topa Pê bi dawî bû û xelat hatin pêşkêşkirin
Welat TV - Hewlêr
Li kampa Basirme ya penaberên Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê, xuleke Topa pê bi dawî hat.
Di 11ê vê meha Hezîranê de wê xulê bi beşdariya hejmarek tîmên kampa Basirme dest pê kiribû.
Lîstika dawî ya xula Topa pê di navbera herdu tîmên "Rojava û Mihabad" de bi rê ve çû û tîma "Rojava" bi encama 5 golan bi ser ket û bû qehremanê xulê.
Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya "PDK-S" ew xul bi rêk xistibû bi armanca "bihêzkirina têkilî û pêwendiyên werzişvanan".
Di dawiya xulê de ahengek bi rêve çû û xelat hatin dabşkirin.