Erdogan: Pirsgirêkên me bi Kurdan re tune ne

Erdogan: Pirsgirêkên me bi Kurdan re tune ne

Welat TV - Hewlêr

Serokê Turkiyê Receb Teyib Erdogan da zanîn ku pirsgirêkên wan bi Kurdan re tune ne.

Erdogan ev yek îro di kongireke rojnemvanî di çarçoveya beşdariya xwe di lûtkeya Nato de li bajarê Lahay yê Holenda ragihand.

Serokê Turkiyê got ku hemû pêkhateyan Turkiyê bi hev re dijîn û ew di maf û erkan de yeksan in.

Receb Teyib Erdogan her weha got: Ez ji welatiyên me yên Kurd re dibêjim ku tu pirsgirêkên me bi wan re nîn in.

Li aliyekî din derbarê rewşa deverê, erdogan bang li hemû aliyan kir ku alîkar ji bo bicîkirina aramiyê li Rojhilata Navîn. 

*Her weha bixwîne: Fîdan: Bicîkirina biryara hilweşandin û çekdanîna PKKê dê sûdê li pêşeroja deverê bike