El-Şeri´: Danûstandinên nerasterast di nabvbera me û Israîlê de hene

El-Şeri´: Danûstandinên nerasterast di nabvbera me û Israîlê de hene

Welat TV - Hewlêr

Serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri´ da zanîn ku danûstandinên nerasterast di nabvbera wan û Israîlê de bi rêya navbênkarên navdewletî hene.

 Ehmed El-Şeri´ ev yek di hevdîtinekê de li gel rûsipiyên Quneytera û Colanê li Koşka Gel li Şamê ragihand.

Serokatiya Sûriyê diyar kir ku, El-Şeri´ rewşên xizmetguzarî, ewlehî û jiyanê yên parêzgeha Quneyterayê li gel rûsipiyan gengeşe kirin.

Li gorî Serokatiyê, Ehmed El-Şeri´ diyar kiriye ku kar li ser rawestandina destwerdanên Israîlê bi rêya navbênkarên navdewletî tê kirin.

*Her weha bixwîne: Yedioth Ahronoth: El-Şeri´ ji Israîlê xwestiye ku demekê bide wî ji bo kontirolkirina rewşê