HSDê kuştina hejmarek endamên xwe li Dêra Zorê ragihand
Welat TV - Hewlêr
Milîsên ser bi Îranê ve bingeha leşkerî ya Emerîkî li kêlgeha Elomer li Dêra Zorê armanc kir, di encamê de hejmarek endamên Hêzên Sûriyeya Demokratîk hatin kuştin.
Navenda Ragihandinê ya HSDê duh di daxuyaniyekê de ragihand, şeva borî bi dronan ji deverên di bin kontrola çeteyên Rêjîma Sûriyê de, Akademiya rahînanê ya hêzên komando yên HSDê li Kêlgeha Elomer hate armanckirin, di encamê de 5 endamên HSDê hatin kuştin.
Di vê derbarê de, Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, di êrîşê de 7 endamên HSDê hatine kuştin û 20 jî birîndar bûne. Li gorî rewangehê ji 19ê Mijdarê ve bingehên Emerîkî li Sûriyê rastî 108 êrîşan hatine.
Di 2 Sibata 2024an de, Emerîka armanckirina zêdetirî 85 baregehên Feyleq Elqudis yê ser bi Pasdarên Îranê ve û milîsên din yên bi ser ve ragihand.
9 bingehên Emerîkî û yên Hevpeymaniya Navdewletî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hene, yek li devera Eltenef li gundewarî Humsê ye, 2 li Dêra Zorê ne û 6 jî li Rojavayê Kurdistanê ne.