Hêzên Israîlê çalakiyên leşkerî li Quneyterayê encam dan

Hêzên Israîlê çalakiyên leşkerî li Quneyterayê encam dan

Welat TV - Hewlêr

Hêzên Israîlê derbasî gundewarên Quneyterayê bûn û çalakiyên leşkerî encam dan.

Îro hêzeke Israîlê ku ji 2 otombîlên leşkerî, 5 otombîlên sivîl û tankerekê pêk dihat, ji Colanê derbasî gundê Hemîdiyê li bakurê Quneyterayê bû, û berê xwe da navendeke pizşîkî ku ji beriya du rojan hatibû valakirin.

Her weha hêzeke Israîlê li derdora bajarokê Bîr Ecem li Quneyterayê belav bû û alavên kolandinê bi xwe re derbasî deverê kirin.

Beriya 3 rojan jî, hêzeke Îsraîlê derbasî gundê El-Mî´leqa li başûrê Quneyterayê bû û gerek lê encam da.

Ev tevger tên di çarçoveya hilmetên pişkinînê yên Israîlê li başûrê Sûriyê piştî şerê di navbera Israîl û Îranê de.