Xamineyî: Eger êrîş li dijî me werin kirin em ê bingehên Emerîkî armanc bikin

Xamineyî: Eger êrîş li dijî me werin kirin em ê bingehên Emerîkî armanc bikin
Xamineyî: Eger êrîş li dijî me werin kirin em ê bingehên Emerîkî armanc bikin

Welat TV - Hewlêr

Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî got ku baca êrîşên Israîlê li ser Îranê dê giran be û Emerîka destwerdan di şer de kir ji ber ku zanîbû Israîl dê bi tevahî were jinavbirin.

Xamineyî îro Pêncşemê di gotareke xwe de got jî ku beramberî her êrîşeke li ser Îranê were kirin ew ê dubare bingehên Emerîkî armanc bikin.

Di derbarî westgehên etomî yên Îranê de Xamineyî da zanîn ku westgehên wan bi êrîşan nehatin rawestandin û ew dikarin careke din westgehên ku rastî ziyanan hatine ava bikin.

Li gorî Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî, Îran qebûl nake ku gotina "radestkirina bê merc" jê re were gotin.

►Her weha Bixwîne.. Trump: Eger Îran dest bi bernameya etomî bike em ê dîsa êrîşî wê bikin