Xetab: Jinavbirina madeyên hişbir beşek ji şerê parastina pêşeroja Sûriyê ye
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Navxwe yê Sûriyê Enes Xetab got ku jinavbirina madeyên hişbir beşek ji şerê wan ê ji bo parastina niha û pêşeroja Sûriyê ye.
Bi bûneya Roja Cîhanî ya Jinavbirina Madeyên Hişbir, Enes Xetab di daxuyaniyekê de li ser platforma "X" got ku ew ê berdewam bin di hilmetên li dijî torên qaçaxiya madeyên hişbir de li Sûriyê.
Her weha Xetab bang li welatiyan û Civaka Sivîl kir ku piştgiriya rûbirûbûna madeyên hişbir bikin: "Şerê li dijî madeyên hişbir ne bi tenê ewlehî ye, lê erkekî rewiştî û civakî ye".
Tevî ku bêtirî 7 mehan di ser hilweşîna Rêjîma Esed re derbas, hîn qaçaxiya madeyên hişbir li Sûriyê berdewam e û bûye metirsiyeke mezin li ser hemû nifşên civakê.
في اليوم العالمي لمكافحة المخدرات نُجدّد في وزارة الداخلية التزامنا بمواجهة هذه الآفة التي تهدّد الأمن المجتمعي وسلامة شبابنا وبلادنا وزارة الداخلية تواصل بحزم وعزم تنفيذ حملات مكثفة لضبط شبكات التهريب والترويج وضرب أوكار التخزين والاتجار بلا هوادة لتكون سوريا خالية من هذه السموم
— أنس حسان خطاب (@Anas_Khatab_sy) June 26, 2025