El-Şeri´: Hin alî yekîtiya niştîmanî li Sûriyê armanc dikin

El-Şeri´: Hin alî yekîtiya niştîmanî li Sûriyê armanc dikin

Welat TV - Hewlêr

Serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz Ehmed El-Şeri´ da zanîn ku hin alî armanca yekêtiya niştîmanî li Sûriyê dikin.

Ehmed El-Şeri´ ev yek di hevdîtinekê de li gel rûsipiyên Quneytera û Colanê de ragihand û diyar kir ku hin aliyên derekî cihê xwe li Sûriyê ji dest dan û yekîtiya Sûriyê armanc dikin.

El-Şeri´ got ku hin alî li hundir Sûriyê jî ketine xizmeta hewlên aliyên derekî ji bo armanckirina yekîtiya niştîmanî bi rêya bikaranîna kaxezên taîfî ku Rêjîma Esed a hilweşiyayî bi kar dianîn.

Ehmed El-Şeri´ serbar kir ku teqîna ku li Dêra Mar Ilyas hatî encamdan yek ji hewlên têkdana yekîtiya niştîmanî ye li Sûriyê.

Serokê Sûriyê bo qonaxa veguhêz da zanîn jî ku Sûriyê ya hemû Sûriyan e.