FAO: Hişkesalî gefê li bêtirî 16 milyon kesî li Sûriyê dike

FAO: Hişkesalî gefê li bêtirî 16 milyon kesî li Sûriyê dike
FAO: Hişkesalî gefê li bêtirî 16 milyon kesî li Sûriyê dike

Welat TV - Hewlêr

Rêxistina Xwarin û Çandiniyê ya bi ser Netewên Yekbûyî ve "FAO" da zanîn ku mercên keşûhewaya îsal li Sûriyê bi ser werzê çandiniyê de hatî, yên herî xerab in ji berya 60 salî ve.

Alîkara nûnerê Rêxistina "FAO" Heya Ebû Esaf got ku îsal nêzîkî 2.5 milyon hektar ji zeviyên genim li Sûriyê rastî ziyanan hatin û ev yek "gefa tunebûna ewlehiya xwarinê li bêtirî 16 milyon welatiyan dike".

Li gorî Rêxistinê, werzê zivistanê li Sûriyê kurt bû û baran kêm barî û ji ber vê yekê jî, rêjeya 95% ji genimê bejayî rastî ziyanan hat.

*Nirxê genim 

Di werzê çandiniyê yê îsal de, Hikûmeta Sûriyê nirxê tona genim bi 320 dolarên Emerîkî destnîşan kiribû, li gel 130 dolar weke xelat beramberî her toneke genim.