Trump: Eger Îran vegere pîtandina Yoraniyomê, em ê êrîşî wê bikim
Welat TV - Hewlêr
Serokê Emerîka Donald Trump da zanîn ku ew ê careke din êrîşî Îranê bike eger dîsa dest bi pîtandina Yoraniyomê bike.
Donald Trump ev yek îro di kongireke rojnamevanî de ragihand û diyar kir ku piştî êrîşa li 3 bingehên etomî li Îranê, Tehran dixwaze ku hevdîtinan bi Waingtonê re li dar bixe.
Trump got ku nabe Îran çekên etomî bi dest bixe û êrîşên Emerîka yên li Îranê bi serkeftî bi nav kirin.
Derbarê daxuyaniyê rêberê bilind ê şoreşa Islamî li Îranê Elî Xamineyî, ya ku tê de gotî Îran di şer de bi ser ketiye, Trump ji Xamineyî re got: ”Tu şikestî”.
*Her weha bixwîne: Hegseth: Serok Trump li aştiyê digere û divê Îran di vê rêkê re biçe