Kargehên çêkirina meyê li Tertûsê careke din dest bi karê xwe dikin

Welat TV - Hewlêr 

Li Berava Sûriyê, pîşeya çêkirina meyê pîşeyeke folklorî û kevnar e, û bi dehên malabatan vê pîşeyê ji bav û kalan ve dikin.

Xwediyê kargeheka çêkirina meyê Yûsif Cercûr ji Welat TV re got: “Me karê xwe li bajarê Me’lûla, ku bajarekî kevnar û navdar e, dest pê kir. Curê tirî û rezên ku li vir hene gelek guncaw e ji bo çêkirina Ereqê".

Cercûr behsa rewşa deverê û girêdana wê bi karî xwe ve kir: “Tu kesî hewl nedayê kargeha min bigire û tu pirsgirêk ji min re çênebûne, ez karê xwe dikim. Carekê di destpêka bûyeran de ez rastî rêbendekê hatim û mey bi min re dîtin, lê dema peywendî bi rêveberiya xwe re kirin, rê dane min ez biçim, û tu kesî pirsgirêk ji min re çênekirin.

Xwediyê kargehekê diyar kir "Tişta ku dilrehetiyekê çêdike ku niha hin kargehan moletên xwe nû kirin, û karê xwe bê pirsgirêk bi rê ve dibin".

Kargehên çêkirina meyê li Berava Sûriyê piştî hilweşîna Rêjîma Esed û piştî rûdana bûyerên Beravê di Adarê de jî, karê xwe rawestandibû, niha careke din dest bi karê xwe kirine û berhemên xwe dadixînin bazaran.