Wezareta Ragihandinê ya Sûriyê li ser nûçeyên hewla terorkirina El-Şeri’: "Ne rast in"

Wezareta Ragihandinê ya Sûriyê li ser nûçeyên hewla terorkirina El-Şeri’:

Welat TV – Hewlêr

Wezareta Ragihandinê ya Sûriyê nûçeyên têkdana hewla terorkirina serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri’ red kirin.

Jêdereke ji Wezareta Ragihandinê ji Ajansa Sana re got, nûçeyên derbarî têkdana artêşa Sûriyê û istixbaratên Turkiyê ji hewleke terorkirina El-Şeri’ re dema ku serdana Derayê dikir, ne rast in.

Serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri’ di yekem rojên cejna qurbanê de serdana Derayê kiribû, di rojên dawiyê de nûçeya têkbirina hewla kuştina wî belav bûn.

Hejmarek ji kenalên medyayê gotibû ku şaneyeke rêxistina DAIŞê hewl dida El-Şeri’ di dema serdana Derayê de teror bike, lê ew hewl hat têkdan.