Qamişlo.. Semînareke rexneyî derbarî romana "Komara Se" hat lidarxistin
Welat TV - Hewlêr
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê semînarek rexneyî derbarê Romana Nivîskarê Kurd Ibrahîm El-Yûsif ya bi navê "Komara Se" hat lidarxistin.
Bi amadebûna hejmareke berfireh ji rewşenbîr, kesayetiyên siyasî û mafnasî û nûnrerên rêxistinên jinan û civaka sivîl, semînar bi rê ve çû.
Dr. Welat Mihemed xwendineke rexneyî pêşkêş kir û behsa romana "Komara Se" ji hemû aliyên teknîkî û ramangêrî ve kir.
Semînar ji aliyê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriya û Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriya ve hat rêxistinkirin.
*Ibrahîm El-Yûsif
Nivîskar û Helbestvan Ibrahîm El-Yûsif jidayikbûyê Qamişlo ye sala 1960î. Yek ji nivîskarên Kurd ên navdar li diyasporayê ye.
Romana wî ya bi navê "Komara Se" li dor mijarên penaberî û tevlîbûnê di nava civakên nû de ye.