Emerîkayê fermandarekî "Hizbulah" kuşt

Emerîkayê fermandarekî
Ebû Baqir Elsaidî

Welat TV - Hewlêr

Di 7ê Sibata 2024an de, Emerîkayê du ji fermandarên "Hizbulah" li Baxdayê kuştin.

Fermandariya Navendî ya Emerîkî (CENTCOM) di daxuyaniyek de ragihand: Demjimêr 09:30 şevê, hêzên Fermandariya Navendî ya Emerîkî weke bersivekê li ser kuştina leşkerên Emerîkî, li Iraqê êrîş encam dan.

CENTCOM got jî: Di encamê de fermandarê berpirs di ber plandan, êrîş û berşdariya li êrîşên li ser hêzên Emerîkî hat armanckirin û kuştin.

Fermandariya Navendî ya Emerîkî di daxuyaniya xwe de tekez kir: Em ê rêkarên parastina leşkerê xwe tund bikin, û em ê bêdeng nemînin.

Ragihandina Iraqî dane zanîn ku Ebû Baqir Elsaidî di wê êrîşê de hatiye kuştin.

Hêzên Fermandariya Navendî ya Emerîkî (CENTCOM), di 2yê Sibatê de zêdetirî 85 baregehên Feyleq Elqudis yê ser bi Pasdarên Îranê ve û milîsên din yên bi ser ve arman kirin.

Di êrîşê de, baregehên operasyon û kontirolê, navendên dîvçûn, mûşek û topan, embarên dronan û alavên locistîk hatin armankirin.

Serokê Emerîka Joe Biden di daxuyaniyekê de ragihand: Erêşîn li Sûriyê û Îraqê li ser fermana min hatin encamdan. Serbar kir, bersiva me dest pê kir û dê di dem û li cihên em bixwazin de berdewam bin.

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan: Di encama êrîşên Emerîkî li ser baregehên milîsan de li Sûriyê û Îraqê, 18 kes hatine kuştin serbarî birîndaran.

Di 28ê Çileya 2024an de, milîsên ser bi Îranê ve bingeha leşkerî ”Elburc 22” ya Emerîkî li Urdunê armanc kir, di encamê de 3 serbazên Emerîkî hatin kuştin.