Hêzên Israîlê hilmeteke pişkinînê li Quneyterayê encam da

Hêzên Israîlê hilmeteke pişkinînê li Quneyterayê encam da

Welat TV - Hewlêr

Hêzên Israîlê derbasî gundewarê Quneyterayê bûn û hilmeteke pişkinînê encam da.

Îro hêzeke Israîlê derbasî gundê Riwêhîniyê bû û hilmeteke pişkinînê di nava malan de encam da û wêneyên hin welatiyan girtin.

Her weha hêzeke Israîlê ku ji hejmarek otombîlên leşkerî û 2 tankan pêk dihat derbasî başûrê Quneytrayê bû.

Ji aliyê xwe ve, artêşa Israîlê da zanîn ku hêzên wê şeva bûrî operasiyoneke ewlehî li deverên Başûrê Sûriyê encam da, û hejamrek kesên ku gumana çalakiyên terorî li wan dike, girtin.

Artêşa Israîlê diyar kir ku ew dê di belavbûn û operasiyonên xwe de li deverên Başûrê Sûriyê berdewam bin.