Milyonek û 700 hezar hebên kiptagon li Der´ayê hatin desterserkirin
Welat TV - Hewlêr
Şaxê jinavbirina madeyên hişbir li Der´ayê bireke mezin ji hebên Kiptagonê desteser kirin.
Wezareta Navxwe ya Sûriyê ragihand, Di piroseyeke ewlehî de hêzên ewlehî milyonek û 700 hezar hebên kiptagonê desterser kirin.
Wezartê diyar kir ku di embarekê de hatibûn komkirin û amadekirin ji bo qaçaxkirina derveyî welêt.
Wezîrê Navxwe yê Sûriyê Enes Xetab di 26ê Hezîranê de, Bi bûneya Roja Cîhanî ya Jinavbirina Madeyên Hişbir, got: Jinavbirina madeyên hişbir beşek ji şerê wan ê ji bo parastina niha û pêşeroja Sûriyê ye û ew ê berdewam bin di hilmetên li dijî torên qaçaxiya madeyên hişbir de li Sûriyê.
Her weha Xetab bang li welatiyan û Civaka Sivîl kir ku piştgiriya rûbirûbûna madeyên hişbir bikin: "Şerê li dijî madeyên hişbir ne bi tenê ewlehî ye, lê erkekî rewiştî û civakî ye".
Tevî ku bêtirî 7 mehan di ser hilweşîna Rêjîma Esed re derbas, hîn qaçaxiya madeyên hişbir li Sûriyê berdewam e û bûye metirsiyeke mezin li ser hemû nifşên civakê.