Trump fermana bidawîkirina sizayan îmze dike û Sûriyê jî pêşwaziyê dike
Welat TV - Hewlêr
Serokê Emerîka Donald Trump fermana bicîkar derbarê bidawîkirina bernameya sizayên li ser Sûriyê Îmze kir.
Ferman, sizayan li ser Beşar El-Esed û hevparên wî dihêle, û Wezîrê Derve yê Emerîka Marco Robio raspardiye ji bo nirxandina çawaniya ragirtina sizayan bi awayekî beşkî yan giştî bi mercê pêkanîna hin merc û pîvanên destnîşankirî.
Koşka Spî di daxuyaniyekê de got: Rêveberiya Emerîkî dê çavdêriya pêşketinê di doseyên sereke de bike:
*Asayîkirina li gel Israîlê û jinavbirina Terorê
*Dersînorkirina terorîstên Filistînî
*Birêvebirina navendên girtina Endamên Rêxistina DAIŞ li bakurê rojhilatê Sûriyê
Wezîrê Derve yê Emerîka Marco Rubio got: Rêkarên hatî standin dibin destpêka werzekî nû ji bo miletê Sûriyê re.
*Sûriyê pêşwaziyê dike
Wezîrê Derve yê Sûriyê Es’ed El-Şêbanî got: Em pêşwaziyê li rakirina beşê herî mezin ji bernameya sizayên Emerîkî li ser Sûriyê dikin û biryar xaleke guherînê ya girîng e.