Emarîkayê encamên êrîşên xwe ragihandin

Emarîkayê encamên êrîşên xwe ragihandin
Patrick S. Ryder berdevkê Pentagonê

Welat TV - Hewlêr

Wezareta Berevaniyê ya Emerîkayê Pentagon, amarên kuştiyan ji encamên êrîşên Fermandariya Navendî ya Emerîkî (CENTCOM) li ser milîsên Îranî ji 2yê Sibatê ve li Iraq û Sûriyê ragihandin.

Patrick S. Ryder berdevkê Pentagonê di kongireke rojnamevanî de got: Ji 2yê Sibatê ve derdora 40 çekdarî ser bi Îranê ve hatine kuştin, 7 baregeh û 85 xal hatine armanckirin.

Patrick S. Ryder berdevkê Pentagon got jî: Ji 11ê Çileya borî ve me 100 mûşek û bingehên wan, hejmareke dronan û ambarên çekan ên Hosiyan wêran kirine.

Di 7ê Sibata 2024an de, Emerîkayê du ji fermandarên "Hizbulah" li Baxdayê kuştin.

Fermandariya Navendî ya Emerîkî (CENTCOM) di daxuyaniyek de ragihand: Demjimêr 09:30 şevê, hêzên Fermandariya Navendî ya Emerîkî weke bersivekê li ser kuştina leşkerên Emerîkî, li Iraqê êrîş encam dan.

CENTCOM got jî: Di encamê de fermandarê berpirs di ber plandan, êrîş û berşdariya li êrîşên li ser hêzên Emerîkî hat armanckirin û kuştin.

Fermandariya Navendî ya Emerîkî di daxuyaniya xwe de tekez kir: Em ê rêkarên parastina leşkerê xwe tund bikin, û em ê bêdeng nemînin.

Hêzên Fermandariya Navendî ya Emerîkî (CENTCOM), di 2yê Sibatê de zêdetirî 85 baregehên Feyleq Elqudis yê ser bi Pasdarên Îranê ve û milîsên din yên bi ser ve arman kirin.

Di êrîşê de, baregehên operasyon û kontirolê, navendên dîvçûn, mûşek û topan, embarên dronan û alavên locistîk hatin armankirin.

Serokê Emerîka Joe Biden di daxuyaniyekê de ragihand: Erêşîn li Sûriyê û Îraqê li ser fermana min hatin encamdan. Serbar kir, bersiva me dest pê kir û dê di dem û li cihên em bixwazin de berdewam bin.

Li gorî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan: Di encama êrîşên Emerîkî li ser baregehên milîsan de li Sûriyê û Îraqê, 18 kes hatine kuştin serbarî birîndaran.

Di 28ê Çileya 2024an de, milîsên ser bi Îranê ve bingeha leşkerî ”Elburc 22” ya Emerîkî li Urdunê armanc kir, di encamê de 3 serbazên Emerîkî hatin kuştin.