Xwendevanên zanîngehan yên Siwêdayê dilagiran in derbarê pêşerojê

Welat TV - Hewlêr

Bi nêzîkbûna ezmûnên zanîngeh û peymangehan, dilgiraniya xwendevanên Siwêdayê zêde dibe û gelek ji wan ditirsin ku ew nikaribin îsal ezmûnên xwe pêşkêş bikin.

Tirsa herî mezin ya xwendevanan ji gotara taîfî ye, ku beriya demekê bûbû sedema dûrketina wan ji xwendinê.

Serokê "Kombûna Zarokên Siwêdayê" li ser vê mijarê ji Welat TV re axivî û got: wan gelek soz wergertin lê tiştek ta niha nehatiye bicîkirin.

Li gorî Serokê Beşê Zanîngeh û Peymengehan di ”Kombûna Zarokên Siwêdayê” de, derdora 70% ji xwendevanên Siwêdayê vegeriyane zanîngeh û peymangehên xwe.

Xwendevanên Siwêdayê dixwazin ku ewlehiya wan were gerentîkirin da ku bikaribin xwendina xwe di keşûhewayeke aram de berdewam bikin.