Dezgeha Dexlûdanan: Me zêdetirî 291 hezar ton genim wergirtiye

Dezgeha Dexlûdanan: Me zêdetirî 291 hezar ton genim wergirtiye

Welat TV - Hewlêr

Dezgeha Sûrî ya Dexlûdanan da zanîn ku wê di werza îsal ya çandiniyê de zêdetirî 291 hezar ton genim ji cotkaran wergirtiye.

Dezgeha Dexlûdanan îro di daxuyaniyekê de got ku wê ji destpêka Hezîranê ve 291 hezar û 500 kîlo genim ji cotkaran wergirtiye.

Daxuyaniyê diyar kir ku wergirtina genim di 24 demjimêran û di rojên bêhnvedanê de berdewam e.

Li gorî dezgehê, ew ê hemû asankariyan pêşkêş bike da ku bireke zêde ji berhema çandiniyê bigihe navendên wergirtinê.

Hikûmeta veguhêz a Sûrî nirxê tona genim bi 320 dolarên Emerîkî destnîşan kiribû, her weha 130 dolar weke xelat li ser her tonek genim ku cotkar bifroşin hikûmetê hatibû destnîşankirin (wate nirxê tonek genim digihe 450 dolarî).