Libnan asankariyan bo vegera Penaberên Sûriyê pêşkêş dike
Welat TV - Hewlêr
Libnanê asankarî ji bo vegera Penaberên Sûriyê bo dema 3 mehan ragihandin.
Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya Libnanê di daxuyaniyekê de got ku penaberên Sûrî yên bi rêyên rewa û nerewa derbasî Libnanê bûne dikarin vegerin û çiqas pare û serpêçiyên girêdayî niştecîbûnê li ser wan hebin, nayên standin.
Her weha diyar ku "ev asankarî bi tenê bo dema 3 mehan in".
Di daxuyaniyê de hatiye ku "ev biryar di çarçoveya pabendbûnê bi vegera bi romet de tê, û sedemên penaberiyê piştî başbûna rewşa Sûriyê nemane".
*Ta niha çiqas vegeriyane Sûriyê?
Li gorî amarên Komisyona Penaberan a UN, nêzîkî 1.4 milyon Sûrî li Libnanê hene, ji wan 717.657 li cem komisyonê tomarkirî ne.
Di Hezîrana bûrî de, Komisyona penaberan dabû zanîn ku ji Berçileya 2024an ve 172.801 penaberên Sûrî ji Libnanê vegeriyane.