Siyasetmedar û mafnasên Kurd: Sîstema perlemanî pirengiya Sûriyê diparêze

Welat TV - Hewlêr

Semînarek derbarê sîstema Peremanî li bajarê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin, tê de siyasetmedar, rewşenbîr û cemawerên Kurd beşdar bûn.

Di semînara ku li nivîsgeha Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriya hatî lidarxistin de, lêkoler û mafnas Mûsa Mûsa behsa behsa sîstema perlemanî li Sûriyê kir.

Serkirdeya PDK-Sê Besê Ebdî ku di semînarê de ji Welat TV re got: Sîstema Perlemanî cuncaw e ji bo pêşeroja Sûriyê.

Serkirdeyê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî Hesen Mirad jî da zanîn ku pêwîstiya Sûriyê bi sîstemeke perlemanî heye da ku pirengiya wê biparêze.

Di semînarê de, beşdaran nêrîn bi hev guhertin, nêrîna gîştî jî ew bû ku divê mafê hemû pêkhateyan di nav de mafê Kurdan di pêşeroja Sûriyê de parastî be.