Nirxê xanûberan li Qamişlo bilind bûye: ji 20 hezar ta 200 hezar dolaran e
Welat TV – Hewlêr
Tevgera kirîn û firotina xanûberan li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê piştî hilweşîna Rêjîma Beşar Esed geş bûye û nirxê wan bilind bûye.
Kirîna xaniyekî yan jî zeviyekî niştecîbûnê bûye astengiyeke mezin li pîşiya xelkê deverê bi giştî ji ber rewşa wan abûrî ya zehmet û nebûna hevsengiyê di navbera karînên wan ên darayî û nirxê bilind ê xanûberan.
*20 hezar ta 200 hezar dolarên
Fesîh Ehmed welatiyê bajêr e dibêje: Cih û rêjeya amadekirina her xaniyekî nirxê wî diyar dike, û nirxê her xaniyek an jî parçeyeke niştecîbûnê di navber 20 hezar ta 200 hezar dolarên Emerîkî ye. Mihemed Hêmis karmend e ji Welat TV re dabînkirin û kirîna xaniyekî li Qamişlo weke xewnekê bi nav dike.
Ridwan Qerî Xwediyê nivîsgeheke xanûberan e, bilindbûna nirxan vedigerîne bilinbûna têçûna amadekirina wan, buhabûna kelûpelên avakirinê mîna çementoyê, û tevgera berçav ji aliyê kesûkarên revenda Kurdî yên li derveyî welêt a kirîna xanûberan bi giştî û ya xanî û şiqeyan bi taybetî ve tê kirin.
*Kirê jî buhan ye
Bandora bilinbbûna nirxê kirîn û firotina xanûberan li Qamişlo li kiriya xelkê jî kiriye û weke ku gelek welatî û xwedanên nivîsgehên xanûberan ji Welat TV re diyar dikin, ku kiriya mehane ya xaniyekî li Qamişlo bi kêmanî 100 dolarên Emerîkî ye ev yek bûye zehmetiyeke mezin li pêşiya karmendên dezgehên giştî û taybet.