Rêveberê Isrtixbaratên Esmanî yên Rêjîma Esed li Tertûs û Laziqiyê hate girtin
Welat TV - Hewlêr
Rêveberê Isrtixbaratên Esmanî yên Rêjîma Esed a hilweşiyayî li Tertûs û Laziqiyê hate girtin.
Wezareta Navxwe ya hikûmeta veguhêz a Sûrî da zanîn ku hêzên wê Emîd Ramî Munîr Ismaîl li Laziqiyê girt dema ku hewl dida birive derveyî Sûriyê.
Wezaretê diyar kir ku Ismaîl berpirs e di ber gelek binpêkirinan dermafê welatiyan de.
Duh jî, hêzên ewlehî yên Sûrî alîkarê rêveberê zindana Sêdnaya di serdema Esed de Eqîd Rukin Saîr Hisên li Tertûsê girt.