Zêdetirî 90%.. Berhema tutinê li Berav Sûriyê kêm bûye
Welat TV - Hewlêr
Çandiniya tutinê ji jêderên abûrî yên sereke ye li Berava Sûriyê, lê îsal cotkar ji ber kêmbûna berhemê wê dinalin.
Welat TV serdana devera Qedmûs li Berava Sûriyê kir, li nava zeviyên tutinê geriya û qonaxên çandina tutinê û pirsgirêkên li pêş cotkaran ji malbateke ku karê tutinê dike, veguhest.
Tutin, ji çandinê ta firotinê di gelek qonax re derbas dibe, û cotkar weke grûp kar dikin û demên xwe bi xweşî derbas dikin.
Çandiniya tutinê li devera Qedmûs rastî metirsiya nemanê tê, li gundê ku berê berhema tutinê derdora 100 tonî bû niha tenê derdora 3 tonan e.
Kêmbûna baranê, buhabûna semadê û nebûna alîkariyê bo cotkaran ji sedemên kêmbûna berheman in.
Çandina tutinê ji bilî ku jêdereke abûrî ya sereke ye bo xelkê, lê ew çandeke gelêrî ye li Berava Sûriyê ku tê de karê bikom û hebeş diyar dibe.