Siûdiyê alîkariya Sûriyê di rûbirûbûna metirsiya madeyên hişbir de dike

Siûdiyê alîkariya Sûriyê di rûbirûbûna metirsiya madeyên hişbir de dike

Welat TV - Hewlêr

Siûdiyê da zanîn ku ew ê piştevaniya Sûriyê di pêşxistina karta tundirustî û rûbirûbûna madeyên hişbir de bike.

Balyozê Siûdiyê li Sûriyê Fêsel Bin Siûd El-Micfil ev yek di hevdîtinekê de li gel Wezîrê Tendirustiyê yê Sûriyê Mis´eb Elî li Şamê ragihand.
 
Wezareta Tendirustiyê ya Sûriyê da zanîn ku di hevdîtinê de, mêkanîzmên hevkariyê di warê hişyariya tudirustî û rûbirûbûna madeyên hişbir de, hatin gengeşekirin.

Li gorî wezareta Sûrî, ev hevdîtin tê di çarçoveya hevkarî û bihevguhertina zaniyariyan di warê hilmetên tendirustiyê de.

*Her weha bixwîne: Milyonek û 700 hezar hebên kiptagon li Der´ayê hatin desterserkirin