Medyaya Israîlê: Mosko û Til Evîv danûstandinan derbarî Sûriyê dikin

Medyaya Israîlê: Mosko û Til Evîv danûstandinan derbarî Sûriyê dikin
Medyaya Israîlê: Mosko û Til Evîv danûstandinan derbarî Sûriyê dikin

Welat TV - Hewlêr

Desteya Weşanê ya Israîlê "KAN" eşkere kir ku ji hefteya bûrî ve danûstandên nihênî di navbera Rûsya û Israîlê de derbarî Sûriyê dest pê kiriye.

Li gorî heman jêderê, Mosko kenaleke egerkirî ye ji bo kêmkirina girjiyan li Sûriyê û "Israîl wê weke hevparekî egerkirî dibîne".

Got jî: "Hewl têne dan ji bo destnîşankirina hêlên sor û mîkanîzmeyeke hemahingiyê weke lihevtêhihiştinên agirbestê yên li gel Libnanê".

*Sûriyê: Danûstandin derbarî rêkftinên nû tune ne

Ragihandina fermî ya Sûriyê duh Çarşemê ji jêdereke fermî ku bi nav nekiriye veguhestibû: "Egera danûstandinê derbarî rêkeftinên nû li gel Israîlê tune ye, ta piştî wê yekê ku Israîl pabendiyê bi rêkeftina sala 1974an bike û ji cihên ku derbasî wan bûye vekişe".

Beriya wê jî Malpera Axsios a Emerîkî eşker kiribû ku Rêveberiya Trump danûstandinên destpêkî ji bo gihiştinê bi rêkeftineke ewlehiyê di navbera Israîl û Sûriyê de bi rê ve dibe.