Mesrûr Barzanî tekeziyê li ser çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê dike
Welat TV - Hewlêr
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekezî li ser girîngiya parastina aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Mesrûr Barzanî di daxuyaniyekê de ragihand: "Îro me pêşwazaiya Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî û serokê ṣanda Netewên Yekgirtî ya hevkariya Iraqê UNAMI Mihemed El-Hasan kir, di civînê de me giftûgo derbarê pêşhateyên dawî yên rewşa giştî ya Îraq û deverê kir".
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir, "Mijara sereke ya civîna me taybet bû bi rêzgirtin ji sîstema federalî li Iraqê, pêgeha destûrî ya Herêma Kurdistanê, maf û şayîsteyên darayî yên xelkê Kurdistanê, û me tekezî li ser çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistan û hikûmeta federalî li ser bingeha destûrê kir".
Daxuyaniyê got jî, "Di beşeke din a giftûgoyê de me tekezî li ser girîngiya parastina asayîş û aramiya Îraq û Herêma Kurdistanê kir".