Daxuyaniya Nivîsgeha Yasayî ya ENKS derbarî hevdîtin û civînên li Şamê
Welat TV - Hewlêr
Şandeke Nivîsgeha Yasayî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Şamê hejmarek hevdîtin li gel aliyên fermî yên Hikûmeta Sûriyê encam dan.
Di vê derbarê de Nivîsgeha Yasayî ya ENKS di daxuyaniyekê de ragihand ku şanda wê li gel dezgeh û desteyên yasayî yên taybet civiya:
"Wan civînan her yek ji Sendîkeya Parêzeran, Wezareta Dadê, Komîta Niştîmanî ya Dadweriya Veguhêz û Komîta Wendabûyan li xwe girtin".
*Armancên seredanê
Nivîsgeha Yasayî ya ENKS got ku ev seredan dikeve di çarçoveya erkên wê yên yasayî de bi armanca kar ji bo rakirina neheqiyên ji encamên biryar û yasayên awarte ku li dijî miletê Kurd bi taybet hatine encamdan:
"Her weha şopandina doseya windabûyan û mîkanîzmên bicîkirina Dadweriya Veguhêz".
Got jî ku "ew hemû name bo aliyên pêwendîdar bi serkeftin hatin gihandin".
Di dawiyê de jî tekez kir ku ew ê di xebat û karê xwe de ji bo doza Kurdî ya dadmend û li gorî xwestek û mafên miletê Kurd ên rewa, berdewam bin.