Barrack: Ji bo pêkanîna aştiyê di navbera Israîl û Sûriyê de dem pêwîst e

Barrack: Ji bo pêkanîna aştiyê di navbera Israîl û Sûriyê de dem pêwîst e
Barrack: Ji bo pêkanîna aştiyê di navbera Israîl û Sûriyê de dem pêwîst e

Welat TV - Hewlêr

Şandiyê taybet yê Emerîka bo Sûriyê da zanîn ku welatê wî serperiştiya danûstandinên cidî di navbera Sûriyê û Isarîlê de dike.

Tomas Barrack ev yek di hevdîtinekê de li gel rojnameya "The New York Times" got û diyar kir ku Rêveberiya Serokê Emerîka Donald Trump dixwaze Sûriyê tevlî rêkeftinên "Ibraham" ên asayîkirinê li gel Israîlê bibe.

Li gorî gotina Barrack "ev yek dê ne yekser be û dem pêwîst e" ji ber ku eger heye serokê Sûriyê Ehmed El-Şeri' di derbarê tevlîbûnê di nava rêkeftinên asayîkirinê de rastî redkirina navxweyî were..

Her weha got ku "Sûrî nikarin serokê xwe bibînin neçar li ser tevlîbûnê di nava wan rêkeftinan de" lewma divê El-Şeri’ hêdî bixebite .