Herêma Kurdistanê: Ne bingehên Israîlê li Kurdistanê hene û ne êrîşên Îranî hatine encamdan

Herêma Kurdistanê: Ne bingehên Israîlê li Kurdistanê hene û ne êrîşên Îranî hatine encamdan

Welat TV - Hewlêr

Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez kir ku ne êrîşên Îranî li ser Hewlêrê hatin encamdan û ne jî bingehên Israîlê li Herêma Kurdistanê hene.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de, da zanîn, "Li çend medyayên elektronî yên fermî li Îranê hatiye belavkirin ku şeva bûrî bi dronan êrîşî ser bingehên Israîlê li Hewlêrê hatine encamdan".

Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar, "Ew nûçe ji rastiyê dûr in û ne bingehên Israîlê hene û ne jî êrîşên weha hatine encamdan, şeva bûrî dronek li biyabanekê nêzîkî Hewlêrê, hat xwar, ev êrîş ji aliyê hindek grûpên ser bi "Heşda Şabî" ve bi mebesta têkdana aramî û seqamgîriyê encam dane".

Hikûmeta Herêma Kurdistanê got "Pêwîst e aliyên peywendîdar di hikûmeta fedral a Iraqê sînorekê ji van kiryarên têkdarane re deynin û rêkarên yasayî li dijî tawanbaran bistînin".