Urdin: Ji destpêka salê ve 97 hezar penaberên Sûrî vegeriyane
Welat TV - Hewlêr
Wezîrê Navxwe yê Urdinê ragihand ku ji destpêka serê salê ve, 97 hezar penaberên Sûrî vegeriyane welatê xwe.
Wezîrê Navxwe yê Urdinê Mazin El-Feraya îro 5ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de got: ji destpêka sala 2025an ve, bi şêweyekî xwebeş nêzîkî 97 hezar penaber ji Urdinê vegeriyane Sûriyê.
Navbûrî diyar kir, beriya cejna Qurbanê, li dergehê Şehd tevgereke zêde ya vegerê hat tomarkirin, ji dema ku ew dergeh hatiye vekirin tevgereke weha zêde nehatiye tomarkirin.
*Amarên ji dema ketina Esed ve
Berdevkê Komisyona Bilind a Netewên Yekgirtî bo karûbarên penaberan UNHCR Yûsiv Taha diyar kir ku ji dema ketina Esed ve ji 8ê Berçileya 2024an heta 30 Hezîrana 2025an, zêdetirî 100 hezar penaberî ji Urdinê vegeriyane Sûriyê.
Taha da zanîn jî, ji ber başbûna rewşa ewlehî û aramiya li welêt, ew hejmar vegeriyane, û pêşbînî kir ku piştî bidawîhatina ezmûnên pola bekeloriya veger zêdetir bibe.