Fransa daxwaza girtina Beşar Esed dike
Welat TV - Hewlêr
Fransa daxwaza girtina serokê rêjîma hilweşyayî Beşar Esed bi tometa beşdarbûna wî di tawanê dijî mirovahiyê û encamadana êrîşên kîmawî di sala 2013an de, kir.
Bilindtirîn komîteya dadweriyê li Fransa, daxwaz kir ku bîrnameya girtina Beşar Esed a ku di sala 2024an de hatibû dan, were bicîkirin.
*Ne serokekî rewa ye
Dawakarê Giştî yê Fransayê Remy Heights daye zanîn, niha Fransa dibîne ku Beşar Esed ne serokekî rewa ye bo Sûriyê, lewma ew dikarin bîrnameya girtina wî têxin ware bicihkirinê.
Li gorî Ajansa Rojanamevaniya Fransî, eger bîrname bi cî bû, pêşbînî heye ku fermana girtina Esed di 25 Tîrmehê de were standin, û ev yekem car e dadweriya Fransayê dê fermana girtina serokekî bide.
Her weha bixwîne.. El-Şeri’ gihişte Fransa û li gel Makron dicive