Parêzer Ridwan Sîdo: Divê Dadweriya Veguhêz parçeyeke sereke ya her çareseriyeke bê li Sûriyê be
Welat TV – Hewlêr
Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, panêlek derbarê dadweriya veguhêz û rola wê di avakirina pêşerojeke siyasî û yasayî ya dadmend de, hate lidarxistin.
Parêzer Ridwan Sîdo, hevrêzkarê giştî yê nivîsgeha yasayî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî semînarek pêşkêş kir tê de behsa Dadweriya Veghêz kir.
*"Proseyeke siyasî civakî ye"
Sîdo diyar kir ku Dadweriya Veghêz ne bi tenê rêyeke yasayî ye, lê proseyeke siyasî civakî ye, armanca wê çespandina çanda sizadan û rizgarnebûnê ji sizayê û gerentîkirina dubarenebûna binpêkirinan e.
Parêzer Ridwan Sîdo tekez kir ku divê Dadweriya Veguhêz parçeyeke sereke be ya her çareseriyeke bê li Sûriyê, û nabe tu tawanbarek bê sizadan bimîne.
Di wê panêlê de hejmarek kesayetiyên siyasî û civakî û rêxistinên sivîl amade bûn, ji aliyê partiya Wekheviya Kurd li Sûriyê (Yek ji Partiyê ENKS ye) hat birêvebirin.
*Nivîsgeha Yasayî ya ENKS li Şamê bû
Beriya çend rojan jî şandeke Nivîsgeha Yasayî ya ENKSê Li Şamê hejmarek hevdîtin li gel aliyên fermî yên Hikûmeta Sûriyê encam dabûn, ji mijarên ku hatin behskirin, doseya windabûyan û mîkanîzmên bicîkirina Dadweriya Veguhêz bûn.