Welatiyekî bitemen ê 70 salî li Efrînê rastî lêdan û diziyê hat
Welat TV - Hewlêr
Welatiyekî bitemen ê 70 salî, li Efrîna Rojavayê Kurdistanê rastî lêdan û diziyê hat.
Jêderekê ji malbatê ji Welat TV re got, welatiyê bitemen ê bi navê Bedrî Mihemed Elî îro demjimêr 11 nîvro, rastî lêdana tund ji aliyê 2 kesên nenas ji Erebên Hawirde ve hat di encamê de bi giranî birîndar bû.
Jêderê da zanîn ku ji bilî lêdanê, otombîla wî ya ji curê Mazda Pîk Ap jî dizîn û reviyan.
Bedrî Mihemed Elî 70 salî ye ji gundê Çiyê ye, ji nav zeviyê xwe yê çandiyên vedigeriya, tawan li çarêya gundê Dîkê û Qêsim rû daye.
Jêderê di rêya Welat TV re banga girtina tawanbaran û sizadana wan û vegerandina otombîlê kirin.