Serok Barzanî: Cihê şanaziyê ye ez xwe wek endamekî Encûmena Piştevaniya Helebceyê bibînim

Serok Barzanî: Cihê şanaziyê ye ez xwe wek endamekî Encûmena Piştevaniya Helebceyê bibînim

Welat TV - Hewlêr

Serok Mesûd Barzanî û Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebceyê îro 5ê Tîrmeha 2025an, civiyan.

Baregeha Barzanî ragihand, şanda mêvan bi navê şêniyên Helebceyê spasiya serok Barzanî ji ber hewl û kedên wî yên ji bo biparêzgehbûna Helebceyê û pêşkêşkirina xizmetguzariyan, kir. Her weha spasiya serokatiya Herêmê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, nûnerên Herêmê li Bexdayê kir ku hewlên cidî ji bo serxistina biparêzgahbûna Helebceyê kir.

Serok Barzanî, amaje bi dîrok û qurbanîdana Helebceyê kir, û tekez kir ku biparêzgahbûna Helebceyê tenê mijareke me´newî bû û tu carî bi qurbanîdana wê re nayê berewerdkirin.

Serok Barzanî got: Cihê şanaziyê ye ku ez xwe weke endamekî encûmenê bibînin û erkê Herêmê ye ji bo xizmetguzriya wê bike.

Serok Mesûd Barzanî û Encûmena Piştevaniya Parêzgeha Helebceyê her weha rewş û pêşhateyên dawiyê û nakokiyên Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.