Laziqiyê.. Berevaniya Sivîl a Urdinê jî beşdariyê di vemirandina agir de dike
Welat TV - Hewlêr
Tîmên Berevaniya Sivîl a Urdinê derbasî Sûriyê bûn ji bo beşdariyê di vemirandna agir de li daristanên Laziqiyê.
Ev çar roj in agir li darisatnên Laziqiyê berdewam e. Berevaniya Sivîl a Sûriyê ragihand ku tîmên Berevaniya Sivîl a Urdinê di dergihê Nesîb re derbas bûn û berev gundewarê Laziqiyê çûn.
Da zanîn: "Ji danê sibehê balafirên vemirandinê yên Urdinê berê xwe daye gundewarê Laziqiyê".
Beriya wê jî Wezîrê Firyaguzarî û Karesatan Rayid El-Salih avakirina Odeyeke Operasyonên Meydanî ji bo kontrolkirina agir û bihêzkirina hewlên meydanî bi piştevanya Turkiyê û Urdinê, ragihandibû.
Duh Şemiyê, Turkiyê 2 balafirên vemirandinê û hejmarek otombîl û tankerên avê ji bo alîkariyê di vemirandina agir de şiyandibûn Berava Sûriyê.