El-Şeybanî û balyozê Qeterê peywendiyên dualî gotûbêj kirin

El-Şeybanî û balyozê Qeterê peywendiyên dualî gotûbêj kirin

Welat TV - Hewlêr

Wezîrê Derve di hikûmeta veguhêz a Sûrî de Es´ed El-Şeybanî û balyozê Qeterê li Sûriyê Xelîfe Ebdulah Al Mehmûd El-Şerîf li Şamê çawaniya bihêzkirina peywendiyên dualî gotûbêj kir.

Wezareta Derve ya Sûrî da zanîn ku El-Şeybanî û El-Şerîf berfirehkirina warên hevkariyê ji bo xizmeta berjewendiyên hevbeş gengeşe kir.

Her weha îro El-Şeybanî li gel balyozê Umanê li Sûriyê Turkî Bin Mehmûd El-Bûse´îdî peywendiyên dualî gotûbêj kirin.

Duh jî, El-Şeybanî û Wezîrê Derve yê Berîtaniya Dîvêd Lamî, di yekem serdana wezîrekî derve yê Birîtaniya piştî 14 salan de bo Şamê, civiyan û mijarên hevbeş gengeşe kirin.