Rojnamevaneke Sûrî: 4 roj in egir berdewam e 10 kes birîndar in û 10 hezar hektar şewitîne

Rojnamevaneke Sûrî: 4 roj in egir berdewam e 10 kes birîndar in û 10 hezar hektar şewitîne

Welat TV - Hewlêr

Rojnamevana Sûrî Sîba Mensûr got, 4 roj in egirê daristanên parêzgeha Laziqiyê berdewam e, û rûberekî mezin rastî ziyanê hatiye.

Sîba ji Welat TV re got: di 4 rojan de, heta niha 2 sivîl bi sivikî birîndar bûne her weha 8 kes ji endamên tîma berevaniyê birîndar in.

Rojnamevana Sûrî Sîba diyar kir ku 10 hezar hektar ji daristanan şewitîne tê de 30 gund rastî ziyanan hatine.

Da zanîn, 32 tîmên berevaniya sivîl û helîkopterên Urdin û Turkiyê di vemirandina agir de beşdar in.

Rojnamevana Sûrî Sîba tekez kir, ji ber şewatê, pêleke derbideriyê li deverê derketiye û şênî berê xwe didin malên kesûkarên xwe.